Türkan Tosun
28 Gulan 2019•Rojanekirin: 29 Gulan 2019
Tevgera Hemasê ya li Xezeyê daxuyand êrîşa Îsraîlê ya ku duh li başûrê bajarê Quneytrayê li hemberî bataryaya dijebalafiran kir êrîşeke li hemberî hemû dinyaya Ereban e.
Berdevkê Hemasê Hazîm Qasim daxuyaniyeke nivîskî weşand û got êrîşa Îsraîlê ya li hemberî axa Sûriyeyê li hemberî dinyaya Ereban hatiye kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ev êrîş dewama êrîşên Îsraîlê yên ku li hemberî gel, ax û muqadesata Filistînê tên kirin yek e û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev êrîş cardin nîşan dide ku Îsraîla dagirker li herêmê û dinyaya Ereb dijmin e."
Hat gotin umet, dinyaya Îslamê di nav xwe da li hev nakin û Îsraîl jî ji vê îstifade dike, divê ev lihevnekirin dawî bibin.
Artêşa Îsraîlê der barê êrîşê da duh daxuyaniyek dabû û wiha gotibû: "Îro dijebalafireke Sûriyeyê di qada esmanî ya Îsraîlê êrîşî balafireke me kir. Li hemberî vê me jî bataryaya dijebalafirê ya ku êrîşî balafira me kir, xist."
Ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê di nûçeyeke xwe da daxuyandibû li herêma Xan Ernebeyê ya rojhilatê Quneytrayê Îsraîlê êrîşî herêmeke eskerî kir, di êrîşê da eskerek hat kuştin û eskerek jî birîndar bû.