Haydar Şahin
28 Gulan 2019•Rojanekirin: 29 Gulan 2019
Dadgehê biryar da ku bi hinceta "fitneyê mezin dike" El-Heyat El-Cedîdeya rojnameya Rêveberiya Filistînê li Xezeya di dorpêça Îsraîlê da neyê belavkirin.
Li gor WAFAya ajansa fermî ya Filistînê dadgeha girêdayî Wezareta Edaletê ya li Xezeya ku Hemas rêva dibe bi hinceta "fesadî û fitneyê mezin dike" biryar da ku El-Heyta El-Cedîdya rojnameya Rêveberiya Filistînê li Xezeya di dorpêça Îsraîlê da neyê belavkirin.
Di xeberê da hat gotin ku li ser giliya Wezareta Karên Navxweyî ya li Xezeyê û Ofêsa Çapemeniyê ya Hikûmetê dozgeriyê îdianame amade kir, îdianame gihîşte destê navenda rojnameyê ya li Xezeyê û bangî Macid Er-Rîmawê Midûrê Giştî kirin ku di 10ê hezîranê da beşdarî rûniştina dozê bibe.
Serdozgeriya Filistînê ya li Xeta Xezeyê û Ofêsa Çapemeniyê ya Hikûmetê jî der barê mijarê da hê tu daxuyanî nedane.
Li gor biryara ku Mehmûd Ebasê Serokê Dewleta Filistînê di sala 2014an da dabû, El-Heyat El-Cedîdeya li Şerîeya Rojava weşanê dike bi Fona Neteweyî ya Filistînê va hatibû girêdan.