İbrahim Atmaca
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ANKARA
Bihayê bermîla nefta brentê li gor duh dolarek zêde bû û ji gulana 2015an heta niha bihayê herî zêde dît û bû 69,15 dolarî.
Bihayê bermîla nefta brentê di gulana 2015an da 70 dolar bû.
Duh di destpêka rojê da bihayê bermîla nefta brentê 68,22 dolar bû û paşê derket 69,06 dolarî. Îro serê sibê di destpêka rojê da 69,11 dolar bû û ji saet 09.38an pê va ji sedî 0,05 zêde bû û bi 69,15 dolarî tê firotin. Di heman deqîqeyan da bermîla nefta xam a Teksasa Rojava jî bi 63,46 dolarî tê firotin.