08 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku DAEŞê êrîşî qampa Başîkayê ya li Iraqê kir, di êrîşê da demildest bersiv dan êrîşkaran û di pevçûnê da 17 milîtanên DAEŞa rêxistina terorê hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin sitandin, endamên DAEŞa rêxistina terorê di navbera saet 22.30-23.00yan da êrîşî qampa Başîkayê kir.
Hêzên ewlekariyê demildest bersiv dan êrîşkaran û di pevçûnê da 17 terorîst hatin kuştin.
Çavkaniyên leşkerî jî destnîşan kirin ku di pevçûnê tu tiştek bi leşkeran nehat.