Ferizat Kaya
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebu'l Xayt der barê referanduma nemeşrû ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de, bi Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî re li ser telefonê axivî.
Li gorî daxyaniya ofîsa serokweziriyê belav kir, di hevdîtinê da piştî referandumê rewşa dawî hat nirxandin. Ebu'l Xayt helwesta Yekitiya Ereban a li hemberî referandumê dubare kir û got ku piştgiriyê didin Hikûmeta Iraqê.
Her wiha di hevdîtinê da geşedanên li Iraqê, tekoşîna dijî DEAŞê jî hat nirxandin.