Muhammet Kurşun
05 Adar 2017•Rojanekirin: 06 Adar 2017
KOCAELİ
Wezîrê Bergiriyê Fîkrî Işik, li ser zilma PYDyê ya li ser kurdan got: "PYD li hemberî kurdan qirkirinê dike. Tirkiye qetiyen misadeya hakimiyeta PYDyê nake. Ji bo vê der barê gihandina kantonan helwesta Tirkiyê zelal e. Tirkiye çi dibe bila bibe rê nade gihîştina kantonan. Mucadeleya dê ji bo vê bidome."
Işik li Kocaeliyê di Bernameya Danasîna Kampanyaya Sîstema Hikûmeta Serokomariyê de axivî û der barê rojevê de nirxandin kirin.
Işik diyar kir ku li Minbicê tevgerek heye û got: "Geşedanên ku ji serî ve me didîtin lê civaka dinyayê çavê xwe jê re digirit û nedixwest bibîne îdî li ser rûyê avê ye, li ber ronahiyê ye. Li Minbicê hemû alemê dît ka DEAŞ, PYD û rejim çawa hevkariyê dikin."
Işik destnîşan kir ku ji bo DEAŞ ji herêmê bi temamî were paqijkirin dê mucadele bidome.
Işik herwiha behsa wê yekê jî kir ku PYD zilma herî mezin li ser kurdan dimeşîne û wiha axivî:
"Ewlewiya Tirkiyê ew e ku rê li ber hakimiyeta PYDyê bigire. PYD li hemberî kurdan qirkirinê dike. Tirkiye qetiyen misadeya hakimiyeta PYDyê nake. Ji bo vê der barê gihandina kantonan helwesta Tirkiyê zelal e. Tirkiye çi dibe bila bibe rê nade gihîştina kantonan. Mucadeleya dê ji bo vê bidome."