Sevim Hatun
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
SILÊMANÎ
Deriyê Sînor yê Başmaqê ku di navbera Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Îranê de ye, ji bo wesayitên bazirganiyê ji nû ve hat vekirin.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Silêmaniyê Şîrwan Mihemed, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Deriyê Sînor yê Başmaqê ku 10 roj berê hatibû girtin, li ser daxwaza hikûmeta navendî ya Iraqê hat vekirin.
Mihemed got ku ji bo deriyê sînor yê Perwezxanê ku li Silêmaniyê ye jî di demeke kurt de bê vekirin biryar hatiye dayin.
Îranê Deriyê Sînor yê Hecî Omeranê yê li Hewlêrê tevî Deriyê Sînor yê Seyranbend, Perwezxan û Başmaqa li Silêmaniyê li ser daxwaza hikûmeta navendî ya Iraqê di 15ê kewçêrê de girtibûn.