Abdelrahman Fathy Ramadan Mohamed, Gülşen Topçu
29 Tebax 2021•Rojanekirin: 30 Tebax 2021
Malbateke Filistînî ku li Qudsa Rojhilatê dijî ji ber ku nikare perê hilweşandinê ya ku Îsraîlê li ser wan ferz kiriye, bide mecbûrî 4 malên xwe bi xwe hilweşandin.
Li gor daxuyaniya li ser hesabê Facebookê yê Navenda Enformasyona Geliyê Hîlweyê ku li Qudsa Rojhilatê fealiyetê dike, Şaredariya Qudsê bi hinceta ku ruxseta mala wan tuneye ji malbata Delalê ra teblîx kir ku wê mala xwe hilweşînin.
Ji ber ku derfeta malbata Delalê tunebû ku perê hilweşandinê bidin şaredariyê, bi xwe 4 malên xwe hilweşandin.
Yehya Delalê xwediyê malan daxuyanî da Navenda Enformasyonê ya Geliyê Hîlweyê û wiha got, "Ez 67 salî me. Min malên çar kurên xwe bi destê xwe hilweşand. Di jiyana min da tiştekî wiha zehmet nehatibû serê min."
Li Qudsa Rojhilatê ku di binê dagirkeriyê da ye, meqamên Îsraîlê destûra îmarê nade Filistîniyan û hema bêje hemû serlêdanên seba îmarê red kirin, bi îdiaya ku bê ruxset in gefê li Filistîniyan dixwe ku bi hezaran malên wan hilweşîne.
Çavkaniyên Filistînîn dibêjin ku ji sala 1967an vir va hêzên Îsraîlê li Qudsa Rojhilatê ji 5 hezarî zêdetir malên Filistîniyan xerab kirin.
Li gor rapora Ofîsa Kordînasyonê ya Karên Însanî ya NYê, meqamên Îsraîlê di 2020î da li Qudsa Rojhilatê bi hinceta ku bê ruxset in, bi dehan mal xerab kirin. Ji ber hilweşandinan bi dehan Filistînî bê mal man.
Filistînî dibêjin ku tu bingeha hiqûqî ya şaredariya Îsraîlê tuneye û wiha dibêjin, "Ev polîtîkaya çavtirsandinê û Cihûkirina bajêr a Îsraîlê ye."
Şaredariya Îsraîlê gelek caran mesrefên xerabkirinê jî ji kesên ku malên wan tên hilweşandin, tehsîl dike.