Elif Orhan
01 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
RAMALLAH
Dadgeha eskerî ya Îsraîlê di rûniştina ku li Şerîaya Rojava ya dagirkirî hat dîtin de maweya binçavkirina Ahed et-Temîmiya xwediyê "Xelata Wêrekiyê ya Hanzalayê" û dayika wê Nerîmanê 8 roj dirêj kir.
Di rûniştina ku li Dadgeha Eskerî ya Oferê ya li rojavayê bajarê Ramallahê hat dîtin de biryar hat dayîn ku maweya binçavkirina Temîmiya filîstînî ya 16 salî û dayika wê Nerîman ji bo ku jêpirsîna wan dewam bike cara sêyemîn 8 roj dirêj kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji berdevkiya artêşa Îsraîlê hat dayîn de hat gotin ku "Ahed et-Temîmî, digel ku êrîşê eskerê Îsraîlê û serbazê wî kiriye bi 5 sûcên wekî êrîşa hêzên ewlehiyê û kevir avêtin tê sûcdarkirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji bo ku jêpirsîna Temîmî û dayika wê dewam bike biryara dirêjkirina binçavkirinê hat dayîn û wiha hat gotin: "Ahed her wiha bi berxwedana dijî xebatên artêşê, beşdariya çalakiyên serhildanê û ji bo beşdaiya van çalakiyan teşwîqkirina kesên din tê sûcdarkirin. Dayika wê Nerîman jî bi beşdariya heman bûyeran û ji ser hesaba xwe ya Facebookê teşwîqkirina bûyeran tê sûcdarkirin."
Eskerên Îsraîlê di 19ê kanûna pêşîn de raserî mala Temîmiyê kiribû û ew binçav kiribûn.
Hatibû ragihandin ku Nerîmana dayika Temîmiyê jî li yekîneya binçavkirinê ya li rojhilatê Ramallahê ya ji bo ku ji keça xwe agahî bistîne çûbûyê ji aliyê eskerên Îsraîlê ve hatibû binçavkirin. Dadgeha Eskerî ya Oferê pêncşema borî maweya binçavkirina malbata Temimiyê 5 roj dirêk kiribû.
Aheda ku wekî "keçika wêrek a filistînî" tê zanîn di sala 2012an de dema ku kekê wê hat binçavkirin ji ber helwesta ku dijî eskerên Îsraîlê nîşan da li Stenbolê bi "Xelata Wêrekiyê ya Hanzalayê" hatibû xelatkirin.