ÎSTANBUL
Serokê Kuluba Galatasarayê Unal Aysal destnîşan kir ku ew di hilbijartina deresayî ya ji bo hilbijartina serokê kuluba sor û zer ku di 25ê cotmehê de dê bê kirin nabe namzed.
Aysal beşdarî bernameya Stadyûmê ya ku di qanala têlevizyona TRT 1ê de tê weşandin bû. Di bernameyê de jê hat pirsîn 'Ji bo serokatiyê gelo hûnê bibin namzed yan na?'
Aysal ewilî ji alîgir û rayedarên kuluba Galatasarayê re spas kir û wiha pê de çû: "40 mehên xweş min li wê derê derbas kir. Heta 25ê cotmehê jî hê meheka min heye. Min ji we re qala 4 bûyerên girîng kir."
Aysal got ku ew bi tena serê xwe nikare ji heqê hin tiştan bê der û wiha dewam kir: "Ji ber vê jî ez ê di 25ê cotmehê de nebim namzed."