Nîvê yekemîn ê pêşbirkê bê gol bi dawî bû.
- Nîvê duyemîn
Di deqîqeya 69emîn a pêşbirkê de Sneijder ji erdê ve li gogê xist û gog ji aliyê çepê yê gogparêz re derbasî qeleyê bû û gol pêk hat.
Di pêşbirkê de Galatasaray bi 1-0ê ve bi ser ket.
- Kûpa ji destê Wezîrê Werziş û Ciwanan Kiliç wergirtin
Lîstikvanên tîma sor û zer ji bo merasima kûpayê derketin Tirîbûna Şerefê. Kaptanê Tîmê Sabrî Sarioglu Kûpaya Tirkiyeyê ya Ziraetê ji destê Wezîrê Werziş û Ciwanan Akîf Çagatay Kiliç wergirt.
- Ji Gul û Erdogan pîrozkirin
Li gorî daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniya Serokomariyê hat kirin, Serokomar Abdullah Gul ji serokê klûbê Unal Aysal re telgrafek şand û di telgrafê de hemû lîstikvanên kedkar, kadroya teknîk, rêvebir û piştevan pîroz kirin.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî ji Serokê Klûbê Unal Aysal re peyameke pîrozkirinê şand.