Piştî salan bi Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ve deştên Heran û Sirûcê rûyê avê dîtin. Hacetên cotkariyê yên modern derketin, ji bo xebatê karên nû derketin û şertên jiyanê hêsan bûn. Ji ber vê jî li herêmê hejmara koçên demsalî zehf kêm bû.
Hin malbat di navbera mehên nîsan û mijdarê de ji bo ku debara xwe bikin koçî cihê ku lê cotkarî tê kirin, dikirin. Bi hatina avê re êdî gelek malbat koç nakin û li herêmê ji xwe re kar dibînin û li vir dixebitin.
Gava ku malbatan koç dikirin, zarên wan jî ji mecbûrî dev ji dibistanê berdidan. Êdî koç kêm bû û zar dikarin perwerdeya xwe bidomînin.
Hîndekarê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Heranê Prof. Mehmet Alî Çullu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê deşta herî bi bereket a Sirûcê ye.
Çullu diyar kir ku ji sala 1980an vir de gelek cotkarên ku nikaribûn eraziyê xwe av bidin, dev ji cotkariyê berdan û koçî herêmên din kirin û wiha pê de çû: "Ji bo ku pirî cihên deştê bên avdan plan tên danîn. Bi vê re cureyên nebatan dê zêde bibe. Ji ber vê jî cotkar kelecanî bûne û gelek kes eleqeyeke mezin nîşanî eraziyan didin. Bi avdanê re hilberîn dê zêde bibe. Gava ku av bigihêje deştên Rihayê, em li bendê ne ku koça demsalî jî kêm bibe. Ez wisa bawer dikim ku di demeke kurt de hin kes ji bo ku bixebitin ji Diyarbekir, Semsûr û Mêrdînê dê bên vir."
Serokê Şaxa Odeya Endazyarên Ziraetê yê Rihayê Alî Riza Ozturkmen jî diyar kir ku her sal nêzîkî 600 hezar kesên ku di cotkariyê de dixebitin ji bo ku debara xwe bikin koçî 48 bajarên Tirkiyeyê dikin. Ji wan 100 hezar kes jî xwendekarên dibistanê ne.
Ozturkmen diyar kir ku erdê Rihayê zehf bi bereket e û bi hatina avê re bawer dikin ku koç jî zehf kêm bibe û wiha got: "Gava ku cihên tên avdan zêde bibin wê çaxê cureyên pemû, dexl, fisdeq û mêweyan dê zêde bin û bi zêdebûna van tiştan re jî hewce nake ku xebatkar herin bajarên din. Êdî xebatkar dê di zeviyên xwe de bixebitin. Em planan dikin ku piştî deşta Sirûcê, avê bidin 40 gundên li deşta Bozovayê jî. Gava ku avdan zêde bebi koça demsalî jî dê kêm bibe."