İZMİR
Bi qasî xwarinê vexwarin jî girîng e. Di cejna Remezanê de di şûna vexurekên wek kola, yên bişekir û bigaz de avê vexwin.
Midûrê Tendurustiya Gel ê Îzmîrê daxuyand ku ji ber hewaya germ, laş pir av wenda dike. Divê mirov rojê di navbera 8-10 piyaleyan de avê vexwe.
Di daxuyaniyê de diyar kir ku hay ji vexurekên xwe hebin û di cejnê de di nav vexurekan de herî zêde avê tercîh bikin
Midûrê Tenturistiya Gel ê Îzmîrê got ku divê mirov ji vexurekên bişekir ên wek kola, ava fêkiyan û lîmonata dûr bisekine, baştir e. Ji bo pirsgirêkên dil û roviyan ên bi taybetî di dawiya meha Remezanê de derdikevin holê divê mirov baldar be û ji vexurekên wek kola û yên bigaz dûr bisekine. Her weha tê zanîn ku qehwe û çaya tarî jî dibe sedema qebzîtiyê. Divê di cejnê de çaya beybûn û nebatan vexwin û îkramê mêvanên xwe jî bikin.