İbrahim Atmaca
08 Nîsan 2019•Rojanekirin: 09 Nîsan 2019
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê berf heliya û avê da bin hin malan.
Li navçeyê zivistanê berf pir barî û bi germbûna hewayê va berfa ber malan û berfa kêleka rêyan heliya.
Bi baranê ra berf zûtir heliya û lehî rabû. Taxên Mezarlik, Orman û Cumhuriyetê û li gundê Aksuyê ku 4 kîlomêtre dûrî navçeyê ye hin mal di bin avê da man.

Ji ber lehiya berfê welatiyan tengasî kişand û ji ekîbên şaredariyê alîkarî xwestin.
Ekîbên Midûriya Karê Av û Kanalîzasyonê ya Şaredaridya Yuksekovayê ava ber malan kişand ûheriya der û dora malan jî paqij dike.
Ji welatiyan Casim Sirri diyar kir ku daîreya qazanê ya avahiyê û qiraj di bin avê da man.
Sirri got ku ekîbên şaresariyê alîkariya wan kir.