22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ku yek ji girîngtirîn navendên çandiniya Tirkiyeyê ye, piştî demeke hişkayî berf barî. Ev berf ji cotkaran ra bû hêvî.
Fikara hişkayiyê ya cotkarên ku payîzê toxim reşandin zeviyên xwe, bi ketina berfê va derbas bû. Li bajarê Rihayê ku nêzîkî 6 milyon û 500 hezar dagar axa çandiniya zadê di xwe da digire û herwiha li gorî rêjeya çandiniya tevahiya welat, ji sedî 9ê genim, ji sedî 36ê nîsk û ji sedî 15ê ceh li vir tê reşandin, di meha berfanbarê da serê mêtrokareyê 91 kilogram berf ket. Vê jî beşera cotkaran xweş kiriye.
Serokê Odeya Ziraeta Şanliurfayê Ahmet Eyyupoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li herêma başûrê rojhilatê Anadoluyê 2 sal in payîz hişk derbas dibe.
Eyyupoglu diyar kir ku ji ber hişkayiyê toxim dereng dibişkivin û wiha xeberda, "Şikir di meha berfanbarê da berf ket. Bona bişkivîna toxim ev berfê bibe mîna derman. Ji ber hindê berfê welatiyên me kêfxweş kirin."
Eyyupoglu got ku bi saya baranê toximên wan çandin hêşîn bûn û tirsa wan ya hişkayiyê jî ji holê rabû.
Ji cotkaran Ahmet Demîr jî daxuyand ku ew gelekî tirsiyan ku îsal baran nabare û wiha axivî: "Em gelekî tirsiyan me digot îsal em ê mexdur bibin. Lê şikir Xwêde ra baran barî. Rehmata Xwêde kete axê. Toximên me hêşîn bûn. Em gelekî kêfxweş bûn."
Hîndekarê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Heranê Doç. Dr. Alî Riza Ozturkmen diyar kir ku îsal li çar aliyê welêt baran xweş barî lê demsala payîzê li Şanliurfayê bi hişkayî derbas bû û wiha pê da çû: "Di meha cotmeh û sermawezê da li bajarê me bi qasî 46,2 kîlogramî şilî ket metreqereyê. Ji ber ku baran hindik bû û ax jî hêdî hêdî dimehîne ev yek bi kêrî hêşînahiyê tê."
Ozturkmen destnîşan kir ku li bajêr di 3 milyon dagarî da genim, di 2 milyon û 250 hezar dagarî da ce û di milyon û 200 hezar dagarî da jî nîsk hatiye reşandin û axaftina xwe wiha domand: "Bi taybetî jî ew cotkarên me yên ku genim, ce û nîsik ajotine bi barîna îsal wê kêf bikin. Lewra wê ew xweş zil bidin û hêşîn bibin."