Haydar Şahin
23 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2020
Piştî berfa duh li Sêwasê barî û bajar çîl û sipî kir li park û baxçeyan dîmenên balkêş derketin holê.
Şaredariya Sêwasê li Qada Seyran û Mesîreyê ya Paşabaxçeyê ya ku 5 kîlomêtre li dûrî navenda bajêr e "Malên Hobîtan" ên wekî malên fîlma "Mîrê Gustîlan" ava kiribû, bi barîna berfê va malên li berpalê bi xêliya sipî xemilîn û dîmenên xweşik derketin holê.
Ji ber ku germahiya hewayê dakete binê sifirê li ser dar û nebatên li qadê cembelikên dirêj çêbûn.