Hüseyin Yıldız
23 Gulan 2022•Rojanekirin: 24 Gulan 2022
Li Îdirê bi ava belekiyan va ava Sûlava Ugurcayê ya hindik mabû ziha bibe, zêde bû.
Li başûrê bajêr li Çiyayên Arasê bi hatina biharê ra xweza jî bi xwe va hat.
Ava belekiyên çiyayên raqim 2 hezar û 500 û her wiha 3 hezar, tevî çem û newalan dibe.
Sûlava Ugurcayê ya li gundê Ugurcaya navçeya Tuzlucayê ya ku havînan hindik dimîne ziha bibe jî her sal di demsala biharê da bi ava belekiyan va gumrah dibe.
Sûlava ku van deman gumrah diherike, xwezaya deverê dixemilîne.