Haydar Şahin
21 Gulan 2020•Rojanekirin: 22 Gulan 2020
Şahara li Atmacaya taxa Tuşbayê jiyana xwe didomîne di sala 2016an da ji bo Projeya Cotkarên Ciwan serî li Midûriyeta Çandinî û Daristanan ya Bajêr xist.
Serîlêdana Şaharê hat qebûlkirin û 40 mî wekî hîbe hilda. Şaharê di nav 4 salan da bi piştgiriya dewletê va hejmara miyên xwe derxist 150yî.
Şahar berdestê sibê bi mêrê xwe ra pêz berê çêrê dide, lîtreya şîrê didoşe jî bi 6 lireyî difroşe.
- "Bi pereyê ji şîr qezenc dikim va debara mala xwe dikikim"
Şaharê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku şîrê pêz gelekî kêrhatî ye û wiha axivî: "Hemû şîr kêrhatî ne lêbelê li gor min şîrê miyan ji yên din rindtir e. Şîr hem difroşim hem jî bi zarên xwe didim vexwarin. Şîrê xwe rojane difroşim. Ji mişteriyên xwe menûn im. Bi pereyê ji şîr qezenc dikim va debara mala xwe dikikim."
Şaharê diyar kir ku di 2016an da serî li projeyê xist û wiha pê da çû:
"Wezarta Çandinî û Daristanan 40 mî dan min. Min miyên xwe xweyî kirin. Nika 150 miyên min hene. Debara mala xwe bi şîrê van miyan dikim. Ez miyan didoşim. Mêrê min jî wan xweyî dike. Hejmara miyan hinekî dîsa zêde bibe ez ê makîneya dotinê bikirim."
Şaharê destnîşan kir ku ew ê heywandariyê bidomîne, hejmara wan zêde bibe û tevkariyê bide aboriyê û kêrî gelê xwe were.
Çaglar Şaharê mêrê wê jî got ji bo li herêmê heywandarî xilas nebe hewl didin ji rayedarên piştgirî dan ra sipas kir.
Şahar got ku miyên xwe li çil û çiyan û mêrgan diçêrîne û wiha pê da çû:
"Miyên me kûlîlk û çêreya herî baş diçêrin. Ji ber vê şîrê miyên me bi tehm e. Bira her kes şîr, rûn, penêr, mast bixwe. Em bi malbatî şîrê miyan vedixwin. Em hem şîrê miyan vedixwin hem jî goştê wan dixwin."