Elif Irmak
21 Gulan 2020•Rojanekirin: 28 Gulan 2020
Li Hîzana navçeya Bidlîsê sedan sal e bi kedeke mezin bi rêbazên tebiî birinc tê çandin.
Çeltûka ku li gundê Kursunç (Karbasti) û 9 mezrayên wê yên li ser navçeya Hîzanê tê hilberîn piştî pêvajoyeke zor û zehmet dibe birinc.
Birincê Kursunçê bêyî ku tu madeyên kimyewî bê bikaranîn li gund û mezrayên wê li ser nêzî 500 donim erdê tê çandin û ji ber tahm û girbûna libê wê tê ecibandin.
Welatiyên li gund û mezrayên li nizarên erwaz ên çiyayên bilind dijîn bi rêbazên ku ji kalikên xwe hîn bûne di bin rojê da bi zibare birincê diajon.
Xelkê gund, biharê di zeviyan da hewzên heriyê çêdikin, hundirê wan tijî av dikin û bi kedeke mezin birincê Kursuncê ku navê xwe ji gund hildide diçînin.
- "Salane 250 ton birinc tê bidestxistin"
Serokê Odeya Zireatê ya Hîzanê Erkan Durmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 100 sal e li gundê Kursunç û 9 mezrayên wî bi rêbazên tebiî birinc tê çandin.
Durmaz behs kir ku birincê reng esmer û lib mezin ji bo gundiyan deriyê dahatê ye û wiha axivî: "Birincê vir bi temamî tebiî ye. Salane 250 ton tê hilberîn. Ji ber ku tebiî ye pirsgirêka bazarê tune û dişînin cihên cuda yên Tirkiyeyê. Gundî digel teknolojiya pêşketî birincê xwe li aşa kevnar a li gund ya 150 salî da dihêrin."
Necmettîn Yavguyê li Yamaça mezraya gundê Kursunç da dijî diyar kir ku birinc gelekî xweşik û bi tahm e û wiha axivî: "Em sibehê zû radibin û heta êvarê di nav heriyê da dixebitin. Birincê wî bi tahm e. Kîloya wî di navbera 15-16 lireyê da ye. Malbat hewcedariyên xwe ji vir pêk tînin. Ji ber ku remezan e em bêtir zehmetiyê dikşînin. Tî û birçî dijwar e. Em karê ku ji bav û kalê me maye dikin."
Safter Tuzê ku li zeviyê dixebite jî diyar kir ku sedan sal e li gund birincê diçînin û wiha axivî:
"Em di şert û mercên dijwar da çandiniyê dikin. Em dev ji tiştên ku ji kalikê xwe hîn bûne bernadin heman awayî didomînin. Em ji ber ku hînî vê birincê bûne nikarin yên din bixwin. Lewra divê em biçînin. Birincê me yê reng esmer û lib mezin gelekî xweş û bi tahm e. Gelek kes dixwaze. Ji ku dera Tirkiyeyê bixwazin em dikarin bişînin. Em li zeviyên ku bi gayan diajon di şert û mercên dijwar da hewz çêdikin. Hilberîna birinc gelekî zehmet e. Her mal ji bo pêkanîna hewcehiyên xwe bi zibare birincê datîne."
Fethullah Oruk jî ragihand ku remezanê da di şertên dijwar da di hewzan da birinc çandin û ev gotin: "Li vir birinc bi zibare tê çandin. Em her roj diçin alikariya gundiyekî. Her mal 2-3 donim datîne. Em heta êvarê rojî digirin û van hewzên heriyê çêdikin."