Fatih Gazioğlu
02 Adar 2018•Rojanekirin: 03 Adar 2018
ERZURUM
Li Erziromê piştî barîna berfê avahiyên dîrokî dîmenên xweş derxistin holê.
Bi destê tîma AAyê Erzirom bi droneyê ji hewayê hat kişandin.
Mizgefta Lalapaşa, Muradpaşa, Wanî Efendî, Medreseya Yaqutiyeyê, Medreseya Dumînare, Kêlha Erziromê zivistanê xweştir dibe û bala turîstan dikşîne.
Li Erziromê zivistan bi zor û zehmet derbas dibe û germahiya hewayê jî hin caran di bin sifirê de derdikeve 35 pileyî.
Li Erziromê îsal berf gelekî zêde nebarî û ji ber vê berfa ku van rojan dibare kêfa milet hat.