16 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
MUŞ
Zebeş û gilorên ku li Mûşê tên çandin derketin.
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Bajêr Ergun Çolakoglu destnîşan kir ku zebeş û gilorên li deşta Mûşê tên çandin qederê 7 milyon lire feydeyê dide aboriya bajêr.
Çolakoglu diyar kir gelek malbatên ku ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tên li Mûşê zeviyan îcare dikin û wiha dewam kir: "Malbatên ku tên di zeviyên ku îcare dikin da zebeş û gilora diajon. Li Mûşê cotkar li qadeke 20 hezar dekar gilor û zebeşî datînin û 15 hezar ton gilor û 50 hezar ton jî zebeş çêdibe."
Fevzî Degerê ku li Poxirgova (Arpayazi) Mûşê 30 donim gilor ajotiye destnîşan kir ku mesrefên giloran zehf e û got ku karekî zor û zehmet e.
Deger diyar kir ku gilorên li Mûşê çêdibin organîk in û wiha xeberda: "Gilorên me di şert û mercên sirûştî da çêdibin. Eleqeyeke mezin ji bo gilorên Mûşê hene û em dişînin bajarên derdorê. Ji ber ku li Mûşê bazar tuneye em car caran didin markêtan."