Önder Beyter
05 Adar 2019•Rojanekirin: 06 Adar 2019
Hat ragihandin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ku sir û sermayeke seyr lê heye, li Erzirom û Agiriyê berf dê bibare.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê perçe û cih cihan jî pir ewrayî be û herwiha ji danê êvarê heya nîvê şevê jî li aliyê rojhilat û başûrê Erziromê û li tevahiya Agiriyê berfeke ne zêde dê bibare.
Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, tê texmînkirin ku ba jî wê ji milê başûr nîveqewî rabe.
Bi şev germahiya herî nizim li Îdirê 0, di bin sifirê da li Erzinganê 1, li Agiriyê 4, li Erziromê 11, li Qersê 17 û li Erdexanê jî 20 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Îdir û Erzinganê 12, li Erdexan û Qersê 3 û herwiha li Agiriyê jî pileyek be.
Sitûriya berfê li navendên bajaran li Agiriyê 59, li Erziromê 37, li Erdexanê 16, li Qersê 15 û herwisa li navendên kaşûnê Sariqamîşê 92, Erganê 195, Palandokenê 107, Konakliyê 104 û li Yalnizçamê jî 31 santîmetre hat pîvan.
Rayedaran herwiha ew hişyarî jî anîn ziman ku divê welatî, ajokar û rayedar li hemberî xetereyên muhtemel ên ji ber hişkî, cemed, li ciyên bilind şepe û cih cihan jî mij û bûsiyê baldar û bi tevdîr bin.
- Li Erzirom û Qersê rêyên 118 tax û gundan tunene
Li herêmê ji ber barîna berfê ku ev qederek e bi navber dibare, li Erziromê 114, li Qersê 4 bi tevahî rêyên 118 tax û gundan hatin girtin.
Li van parêzgehan ji bo vekirina van rêyan ekîbên paqjiya berfê xebatên xwe didomînin.
Bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da bi 20 pileyan va li Erdexanê hat pîvan. Li vî bajarî ji ber sir û sermayê bi baniyan va şembelûk çêbûn.
Ji ber sir û sermayê li Qersê jî daran qiravî girt, bi dar û baniyan va şembelûk çêbûn.
Li bajêr ji ber şertên nerênî yên hewayê li Arpaçayê rêya gundekî, li Qaqizmanê ya 2 gundan û li Sariqamîşê jî rêya gundekî hatin girtin. Herwiha ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina van rêyan xebatên xwe didomînin.
- "Daran şûna ku kulîlk vedin cemed girt"
Welatiyê ji Qersê Mikaîl Ayaz diyar kir ku sir û serma hê jî neşikestiye û wiha dewam kir, "Bihara Qersê jî wiha ye, her der cemed e, em di adarê da ne, daran şûna ku kulîlk vedin cemed girt. Qers, bajarê cemedê ye. Lewma jiyana li vê derê zehf dijwar e."
Esnaf Serdar Guda jî diyar kir, digel ku ew her roj paqij dikin, lê şembelûk dîsa jî bi baniyan va çêdibin û wiha dewam kir, "Serê sibehê gava em tên kar bi baniyan va şembelûk hene, ji bo ku şembelûk bi ser serê welatiyan da neyê xwarê heya ji me tê em şembelûkan dişikênin."