Ozturkmen daxuyaniya nivîskî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku li Şanliurfayê nêzikî 60 hezar cotkar hene û li herêmê nêzikî 5 milyon dekar erezî jî tê avdan. Ozturkmen da zanîn ku zêdetirî nîvê zêviyan bi derfetên dewletê tên avdan û qadên mayî jî bi kanalên avê tên avdan.
Ozturkmen da zanîn ku sîstemên avdayinê gelekin, lê zêdetirî 5 milyon cotkarî sîstema bi ceyranê bikartînin.
Ji sedî 42 pemû, ji sedî 41 findiq, ji sedî 36 nîskên ku li Tirkiyeyê tên çandin ji herêmê tên hilberandin.
Ozturkmen bal kişand li ser hilberîna çandinî got ku hilberîn li ser 5 milyar TLyî ye û wiha dewam kir: "Dewleta me ji bo avdana erezî kanalên avê dan çêkirin, herwiha ji bo hektarek erezî nêzikî hezar dolarî pere xerc kir. Cotkarên me yên ku vê sîstemê bikartînin ji bo dekarek 25 TLyan xerc dikin. Herêma ku lê zêvî ji bin erdê ve tên avdan, cotkar bi derfetên xwe bîra avê vedikin. Kûrahiya van bîran nêzikî 200- 300 mêtroyan e. Ji bo vekirina bîreke wiha cotkar bi qasî 100 TLyan xerc dikin. Bi van bîran cotkar dikarin 100 dekar erzîyî av bidin."
-Pêşniyazên çareseriyê
Ozturkmen got ku cotkarên li herêma Şanliurfa, Sîwerek, Wêranşehir, Ceylanpinar, Sûrûç, Hîlvan, Bîrecîk, Bozovayê bi ava bîran ereziyên xwe av didin, ji ber vê yekê di navbera cotkaran de bê edeletî çêdibe.
Ozturkmen got ku ew bawere ku heke serê dekarê cotkar pere bidin dê ji bo wan bi feydetir be û wiha dewam kir: "Cotkarên me yên ku ereziyên xwe ji bin erdê ve av didin wekî cotkarên li deştê bila serê dekarê heqê ceyrana xwe bidin an jî bi qasî hêza trafoyê heqê bidin. Ya din jî divê li serê donêmi çiqas pere qezenc dikin bila bi wî qasî ji wan pere bê sitandin."