İbrahim Atmaca
25 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Li Hekariyê rêncber gîhayê ku havînê li ser çil û çiyayan didrûn û seba heywanên xwe lod dikin, zivistanê ser telîsan ser berfê ra kaş dikin û tînin gund.
Rêncberên gundê Agaçdîbiyê di sir û sermaya zivistanê da xwedîkirina heywanên xwe îhmal nakin.
Rêncber havînê dema gîhadirûnê gîhayên ser çil û çiya û giran didrûn û di cî da lod dikin. Zivistanê jî ji bo heywanên xwe berfê diqelêşin, dertên ser van çil û çiya û giran ku gîhê bînin.
Rêncber hildikişin ser çiyayê ku 2 hezar û 500 raqim bilind e û 5 kîlomêtre dûrî gund e û balyeyên gîhê didin ser xizekan û ser berfê ra kaş dikin û tînin gund.
Rêncber wî gîhayê ku piştî rêwîtiyeke zor û zehmet anîne, didin heywanên xwe.
Ji rêncberan Rahmî Turan diyar kir ku ew havînê bi usûla paletiyê gîhê didrûn û wiha dewam kir, "Em zivistanê jî alîkariyê didin hevdu û gîhê ji serê çiyê dikşînin gund. Em nan û ava xwe hildidin û dertên serê çiyê. Karekî zehmet e, lê em mecbûr in bikin."