Li Haskoya navçeya Mûşê ji ber ku hewa êdî germ bû berfînên ku mizginiya biharê didin, vekir.
Li herêmê hewa hêdî hêdî germ dibe û berf dihele. Cihên ku berf dihele berfîn vedibin.
Li zozanan, li binê zinaran, li ser giran û cihên ku ba nayê berfîn vebûn. Berfînan deşta Mûşê bi rengên xwe ve xemiland.