İbrahim Atmaca
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 21 Mijdar 2017
KARS
Li Sariqamişa navçeya Qersê berf û sermayê tesîreke neyênî li ser jiyanê kir.
Li navçeyê germa hewayê di bin sifrê da 4 pile hat pîvan û bi şev berfê dest pê kir û cihên bilind û Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê erd spî bû.
Li navenda kaşûnê qalindahiya berfê 3 santîm hat pîvan.
Nurettîn Yildirimê kargerê otêla ku li navenda kaşûnê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Berfa ku em li bendê bûn barî, vê gavê li pîsta me 3 santîm berf heye. Li gor agahiya ku me ji meteorolojiyê hilda, 3 rojan dê berf bibare. Vê gavê otelên me rezervasyonên xwe hildidin. Piştî ku berf bibare em ji bo sezona zivistanê amade ne."