01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 04 Mijdar 2015
GUMULCÎNE
Keştiya ku penaberên dixwestin xwe bigihînin Yewnanistanê di Behra Egeyê de binav bû û 11 kes xeniqîn.
Ewlehiya peravê ya Yewnanistanê diyar kir ku şikeva plastîk a ku 28 penaber tê de bûn li herêma Galazîoya ser Girava Sîsamê ye li zinaran xist û binav bû. Di xebatên lêgerînê de 15 kes hatin xilaskirin, 4 jê zarok cesedê 11 kesên fetisî ji avê derxistin û 2 kes jî winda ne.
Hat ragihandin ku ji bo dîtina 2 kesên winda hêzên ewlehiya peravên Yewnanistanê û welatiyên dildar lêgerînê didominin.
Li gor agahiyên ku hat hildan şikev 20 metre ji peravê dûr li zinaran qelibî û piraniya kesên ku xeniqîn jî di kabîna şikevê de asê mabûn. Hat gotin ku li herêma şikev binav bû ba pir zêde ye.