Haydar Şahin
09 Hezîran 2020•Rojanekirin: 13 Hezîran 2020
Kelha li ser rêya tura Çiyayê Nemrûdê ye û rêça 3 şaristaniyên girîng lê hene li nêzî Kocahîsara gundê Kahtayê cî digire.
Kelha bi Arsemîaya Bajarê Antîk a paytextê havînê yê Şaristaniya Kommageneyê ra wekî navenda îdareyê dihat bikaranîn di sala 1260î da piştî ku Memlukî hatin herêmê hat restorekirin û bi vî halê dawîn ma.
Di hundirê kelhê da mescîd, girtîgeh, zîndan, bircê lê kewên posteyê dihatin xwedîkirin, sarinc, kîtabe, himam û rêya veşartî ya dadikeve Çemê Kahtayê (Nymphaios) hene.
- "Li vê derê mîmariya parastina ya bêhempa heye"
Mustafa Ekînciyê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di sala 2011î da Wezareta Çand û Tûrîzmê projeya restorasyonê amade kir û di 3 gavan da hat pêkanîn.
Ekîncî destnîşan kir ku herdu gavên ewil hatin temamkirin û wiha pê da çû:
"Di gava sêyan a dawîn da jî me bi projeya ji Ajansa Pêşketinê ya Îpekyoliyê ra amade kir û Wezaretê bi pereyê wê da va xebatên xwe meşandin. Em ê di nav 25 rojan da restorasyonê temam bikin. Piştî wê jî em ê kelhê ji ziyaretê ra vekin. Di gava dawîn da me 3,5 milyon lire xerc kir. Di restorekirina kelhê da me hetanî nika 10 milyon lire pere xerc kir."

Ekîncî diyar kir ku di heyamên Roma, Selçûqî û Memlukiyan da avahî li kelhê hatine zêdekirin û wiha axivî:
"Kelh hunerekî bêhempa ye. Li kelhê rêzên paganîzm, Xiristiyanî û Îslamî bi eşkeretî tên dîtin. Li vê derê mîmariya parastina ya bêhempa heye. Li Tirkiyeyê li kêm ciyan mînakên vê tên dîtin. Li ser zinarekî hatiye avakirin û li 300-350 mêtro bilindahiyê ye. Wekî mayîn di navbera kelhê û Arsemîaya paytextê Kommageneyê da rêya veşartî heye û wekî sipartgeh hatiye avakirin."
Ekîncî ji kesên tên dîtina Çiyayê Nemrûtê ra bang kir ku bira Kelha Kahtayê jî ziyaret bikin.