Sidar Can Eren
08 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2024
Li Ovacika navçeya Tunceliyê dar û beran di sir û seqemê da qiravî girt.
Li navçeyê çend roj berê berf ket û paşê sir û seqem çêbû.
Li navçeyê germa hewayê bişev dikeve binê sifirê. Li gundên Konaklar, Guneykonak, Paşaduzu, Yaylagunu, Yeşilyazi, Ada, Koyungolu û Saritosunê der û beran qiravî girt.
Ji ber sermayê mijê girt ser çiyayên Munzûr û Mercanê û tepa girên bilind jî mijê rapêça.
Hin kesên ku li navçeyê wêneyan dikişînin, li nava siruştê geriyan û wêneyên dar û ber û siruşta ku di binê berfê da maye kişandin.