Günay Nuh
22 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2022
Li Goleya navçeya Erdexanê ji ber barîna berfê der û dor bi rengên payîz û zivistanê xemilî.
Li navçeya Goleya zivistan bi sir û seqemê derbas berfê avêt serê çiyan.

Di her demsalê da rengên curbecur ên siruştê derdikeve holê û niha li aliyekî darên pelên xwe weşandine hene û li deverên bilind jî berfa çîl û spî heye.
Li navçeyê rengê demsalalên payîz û zivistanê bi hev ra xuya dikin.

Hezkirên wênekêşiyê jî ji bo ji van dîmenên xweş bêpar nemînin wêneyan dikişînin.
Ji wênekêşên siruştê Serkan Koç daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku di van rojên dawîn da berfê avêt serê çiyayên Goleyê û ji ber demsal jî payîz e dîmenên rengrengî yên ji hev xweştir derketine holê.