Cüneyt Çelik
21 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2022
Li Qersê xwendekarên ku keysa xwe li barîna berfê ya di demsala payîzê da anîn, bûka berfê çêkirin, goga berfê leyîstin û ji xwe ra kêf kirin.
Li bajêr bi barîna berfê ya ku bi şev dest pê kir ra gelek gundên navenda parêzgehê û her wiha navçeyên Sariqamîş û Qaxizmanê spî bûn.

Li gundê Tekneliyê yê li ser navendê, zarokan keysa xwe li berfê anîn, li hewşa dibistanê bûka berfê çêkirin û goga berfê leyîstin.
Mamosteyan jî hevaltiya xwendekarên ku kêfa wan bi barîna berfê ra hat kirin.
Xwendekar Musa Dalkiran ji bo rojnamegeran wiha got, "Bi barîna berfê em kêfxweş bûn, em goga berfê dileyîzin, em bûka berfê çêdikin û ji xwe ra kêf dikin."
Leyla Turanê jî got ku li dibistanê di navberê da ew digel hevalên xwe goga berfê dileyîzin.