Ayşe Karaosmanoğlu
26 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2024
Ji bo başûrê rojhilatê Anadoluyê hişyariya berfê ya zêde hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê payîn ku sibê ji danê nîvro pê va li derûdora Hekariyê, başûrê Wanê, rojhilatê Şirnexê û Hîzana navçeya Bidlîsê berfeke zêde bibare.
Tê texmînkirin ku ji roja şemiyê piştî nîvro û pê va bandora berfê wê kêm bibe.
Hişyarî hat dayîn ku ji ber tengasiyên hatin û çûyînê, talûkeya şepeyê, bager, qeşa, mij û hişkiyê divê welatî baldar bin.