Ahmet Kaplan
16 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2025
Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ji bo Başûrê Rojhilatê hişyariya bager û barana gur da.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, îro ji danê nîvro pê va heta sibê êvarê saet 21.00ê li tevahiya herêmê car caran bagera gur û bahoz tê payîn.
Her wiha li derdora Diyarbekir û Şanliurfayê barana gur, tavî û teyrok tê texmînkirin.
Ji bo çûyîn û hatin, firîna baniyan, ketina dar û dîregan, rabûna lehiyê û vedana birûskê welatî hatin hişyarkirin ku bi tevdîr bin.