Önder Beyter
29 Mijdar 2020•Rojanekirin: 29 Mijdar 2020
Hat ragihandin, tê texmînkirin ku li Wan û Hekariyê li ciyên bilind berf dê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa dê pir ewrayî be, li dewrûbera Wan û Hekariyê jî baran, şilope û her wisa li ciyên bilind jî berf dê bibare.
Li herêma ku tê texmînkirin berbangê û nîvê şevê mij û bûsî dê çêbe, germahiya hewayê dê di navbera pileyên asayî yên demsalê da be.
Ba dê ji bakur û rojhilatê niveqewî, carinan jî bihêz were. Li Behra Wanê hewa dê perçe ewrayî be, ba dê ji bakur û rojhilatê bakur bi 20 an jî 40 kîlometre lezê rabe, dîtin jî dê vekirî be.
Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê dê li Wan û Mûşê 10, li Hekariyê 8 û li Bidlîsê jî 7 pile be.