İbrahim Atmaca
29 Mijdar 2020•Rojanekirin: 30 Mijdar 2020
Li Qersê qismekî Çemê Qersê di sermayê da qerimî.
Ji ber ku li bajêr bişev germa hewayê ket binê sifirê, hin çem û robar û derdorê kaniyan qerimîn.
Ji ber tesîra sermayê qismekî Çemê Qersê jî qerimî. Li hin cihên ku qerimîne, teyr û tûyan tengasî kişand.
Li bajêr hin welatî ji bo ku wesayîtên xwe ji sermayê biparêzin, betanî avêtin ser, esnafan jî êm da kevokan.
Li navçeya Sarîqamîşê jî ji ber sermayê robar qeimîn, şembelûk bi baniyên avahiyan va daliqiyan.
Nebat bi qiraviyê xemilîn.