Penaberên ji Sûriyeyê yên ku ji şerê naxweyî welatê xwe terikandin, ji ber ku ewle ye xwe sipartin kampa Atmeyê ya nêzî sînorê Tirkiyeyê. Penaber di nav berf, baran û heriyê da di konan da dijîn.
Li kampa Atmeyê ku li Îdliba Sûriyeyê ye nêzî 48 hezar penaber dijîn. Penaber bi hatina zivistanê zor û zehmetiyan dikşînin. Li kampê pirsgirêkên herî sereke serma, tenduristî û kêmasiya xurek e. Hin kon ji ber heriyê nayên emilandin.
- Rêya dibistanê jî bi herî ye
Zarokên penaber jî perwerdeya xwe li kampê dewam dikin, lê şert û mercên zivistanê bandoreke neyînî li ser wan çêdike. Zarok ji bo ku herin mektebê di rêyên bi herî da derbas dibin û di nav heriyê da dilîzin.
Evdila Elî Şihanê (45) li kampê dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got li Atmeyê hejmara penaberan zêde bû û nêzî 50 hezarî bû û wiha dewam kir: "Serma û seqem heye û kêmasiya xurekê heye. Em li benda alîkariya xêrxwazan in."