HAKKARÎ
Îsal çandina giya rastî meha Remezanê hat, lê kesên ku debara xwe bi tirpankêşiyê dikin hetanî fitarê bênavber li ser karê xwe ne. Li Yuksekovaya navçeya Hekkariyê germahî gelek zêde ye û tirpankêşên bi rojî jî di vê germahiyê de rojê bi 100 lîreyî dixebitin.
Li gundê Unluceya ku 15 kîlometre dûrî Yuksekovayê ye tirpankêşên bi rojî hetanî fitarê giya diçinin.
Kêlendîkêşan pirsgirekên xwe bi nûçegîhanê AAyê re parve kirin. Ji tirpankêşan Turan Yalçin got: "Gîhadirûn îsal rastî meha Remezanê hat. Em jî ji ber ku bi rojî ne çinîna giya ji me re pir bi zehmet tê. Em hetanî êvarê bi 100 lîreyî dixebitin. Dema ku em pir diwestin û devê me ziwa dibe, em avê diavêjin serûçavên xwe. Em ji ber ku bi rojî dixebitin, Xwedê jî alî me dike "