Haydar Şahin
01 Tebax 2019•Rojanekirin: 02 Tebax 2019
Li Qersa bajarê Tirkiyeyê ya lê heywandarî tê kirin çêlekên malan ên tên dotin her roj bi kîlomêtreyan dimeşin, diçin mêrgan diçêrin.
Li Yaxbasan, Çatax, Yayixlî, Himamlî, Bozat û Elî Sofiya gundên Sarîqamîşê gavan her roj ber destê sibê çêlekên naxirê li gastînê kom dikim paşê dibin çil û çiya û mêrgan diçêrînin û êvarê dîsa tînin malê. Bi vî qaydî çêlek di rojê da 20 kîlomêtre rê dimeşin.
Naxir dema derdikeve rê toz û dûman radibe û hetanî digihêje erdê xam meşa xwe didomîne. Dema naxir diçe dîmenên xweş derdikevin holê.
Nesîm Gokê Serokê Odeya Ziraetê ya Sarîqamîşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo çêlek şîr bidin rêwîtiya naxirê ya zehmet girîng e.
Gok got dibê çêlekên tên dotin li mêrgên kesk û hêşin biçêrin, kulîlk û nebatan bixwin û wiha pê da çû:
"Li herêma me gavan her roj çêlekan bi qasî 12 saetan li çûl û çiyan û zozanan diçêrînin. Ji xwe li van ciyên bilind cureyên kulîlk û nebatan zêde ne û çêlek dema wan dixwin jî qalîteya şîrê wan zêde dibe. Hetanî ku berf dikeve erdê her roj naxira me diçe çêrê."