Li Bîracikê 185 teyrên keçelaynaq ên ku cisnê wan li ber tunebûnê ye, berdan çolê.
Di sala 1977an da li Bîracikê bi destê Wezareta Daristan û Karên Avê ji bo parastina keçelaynaqan Îstasyona Keçelaynaqan hat çêkirin û keçelaynaqên ku cisnê wan li ber tûnebûnê ye, li vir tên parastin.
Keçelaynaq taybetî bi qiymeya bêrûn, hêkên xaşandî, gizêra rendekirî, qûtê mirîşkan û penêrê bêxwê tên xwedîkirin. Li îstasyonê keçelaynaq di rewşeke nîvsirûştî da her sal nêzî 35 cûcikî derdixin.
Îsal hejmara keçelaynaqan derket 185an û ji bo xwe têr bikin û zêde bibin keçelaynaqan li rexê çemê Feratê berdidin çolê.
Keçelaynaqên ku berdidin çolê di dema hêkan da tên îstasyonê û li ser hêkên xwe dikevin kurkê.
Midûrê Şaxa Rihayê ya Wezareta Daristan û Karên Avê Mehmet Fehmî Yuksel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku keçelaynaq li ber çemê Feratê dijîn.
Yuksel diyar kir ku li dinyayê ji bo keçelaynaqan 2 populasyon hene û wiha got: "Yek li Fasê ye û yek jî li Tirkiyeyê ye."
Yuksel destnîşan kir ku îsal 185 keçelaynaq berdane çolê û wiha got: "Keçelaynaq bi awayekî sirûştî mezin dibin, di dema cûcikderxistinê da li îstasyonê di hêlînên di qulên keviran da û darîn da li ser kurkê rûdinin. Di meha tebaxê da em cardin keçelaynaqan dikin qefesan û em nahêlin koç bikin."
Yuksel diyar kir ku îsal li gor texmîna me wê herî kêm 50 cûcik çêbin û wiha dewam kir: "Keçelaynaq salê carekê hêk dikin û 2 hêk dikin. Keçelaynaq 4 hefteyan dikevin kurkê. Hêkên wan jî ji yên tûtikan piçekî mezintir e."