Haydar Şahin
15 Îlon 2020•Rojanekirin: 16 Îlon 2020
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê û Erdîşa navçeya Wanê kerkez û teyrê baz ê birîndar hatin dîtin tên dermankirinê.
Li Yuksekovayê ekîbên Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê kergeza birîndar ya ku welatiyan dîtibû hildan birin teslîmî Midûriyeta Karên Beytariyê ya Şaredariya Hekariyê kirin.
Hat diyarkirin ku ew ê kergeza birîndar piştî dermankirinê dîsa berî çolê bidin.
Muammer Koçakê li Golaxziya taxa Erdîşa navçeya Wanê cotkariyê dike li zeviya xwe teyrê baz ê birîndar dît û ji bo dermankirinê li wezîfedarên Midûriyeta Navçeyê ya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê geriya.
Koçakê ku teyrê baz ê birîndar teslîmî wezîfedaran kir got, "Em li wezîfedaran geriyan. Hetanî ew hatin jî me teyrê baz xwedî kir. Hatin teyrê birîndar hildan û ji bo dermankirinê birin navendê. Hêviya min ew e ku teyrê baz dîsa bifire."