Hüseyin Yıldız
15 Nîsan 2023•Rojanekirin: 19 Nîsan 2023
Kergezên biçûk ên ku payîzê ji Îdirê koçî Afrîkayê kiribûn vegeriyan Îdirê û dîmenê wan hat kişandin.
Kergezên biçûk ên (neophron percnopterus) cisnê wan li ber tunebûnê ye li şoreketên Îdirê dijîn.
Xeta sînorê Tirkiye-Ermenistanê ya li navçeya Tuzlucayê ji bo kergezên biçûk qada jiyanê ye û ew hersal diçin Afrîkayê û biharê vedigerin.
Li Ewropayê cisnê wan li ber tunebûnê ye û li hin herêmên Asya û Afrîkayê hê jî hene û li Tirkiyeyê jî di nav cisnên çavdêriya wan tê kirin da cî digirin.
Ekîba AAyê dîmen û wêneyên kergezên biçûk ên vegeriyane Îdirê kişand.