Mesut Varol
14 Nîsan 2023•Rojanekirin: 24 Nîsan 2023
Încî kefalên di Gola Wanê da dijîn ji bo xerzdanînê berevajî herikînê ber bi avên şêrîn avjeniyê dikin û ji bo parastina wan li der û dora golê û avên ku wê bi ber va herin jî tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan.
Masiyên cisnê încî kefalên ku di Gola Wanê da dijîn di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da ji bo xerzdanînê koçî avên şêrîn dikin ku xerzê xwe daynin û li hev zêde bibin.
Di navbera vê tarîxa ku masiyên încî kefalê koç dikin da jî qedexeya nêçîra masiyan tê sepandin, cendirme, polês û zabite li der û dora gol û çeman tevdîran hildidin û rê nadin ku ew bên girtin û firotin.
Masîgirên li Wan û Bidlîsê der û dora golê bi cî bûne û torên xwe avêtine avê jî hêdî hêdî torên xwe dikişînin. Berî vê qedexeya ku wê sê mehan dewam bike keştiyên xwe jî li bêndergehan bi cî dikin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Îbrahîm Gorentaş diyar kir ku ji bo qedexe neyê binpêkirin ew ê hewl bidin.