16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2016
ADIYAMAN
jıLi Adiyamanê di qezaya trafîkê de 8 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin minîbûsa bi plakaya 02 S 0055 a ku Bekîr Yildirim diajot, li Yenî Mahallayê li Kolana 26212yê li xaçereyê bi wesayîta ticarî ya bi plakaya 02 AJ 476 a ku ajokarê wê nehat hînbûn, re qelibî.
Di qezayê de Serkan Ozharikçi, Şeyho Akel, Coşkun Çîçekçî, Lokman Yildizeren, Bedîr Yildirim, Sîbel Ozdemîr, Yuksel Ozkan û kesekî ku navê wî hîn nebûn birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Adiyamanê û hat ragihandin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e.