Orhan Pehlül
23 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2026
Berfa ku duh li Adiyemanê dest pê kir berdewam e.
Berfa ku duh piştî nîvro dest pê kir û zêde bû, kolan bi spî venixumandin.
Ekîbên Şaredariya Adiyemanê, Îdareya Taybet a Parêzgehê, Rêbej û şaredariyên navçeyan ji bo maliştina berfê dixebitin.
Li bajêr ji ber barîna berfê di hatûçûna mirov û wesayitan da kêmbûneke berbiçav çêbû.