AĞRI
Miftiyê Eleşgirtê Alaattîn Turkoglu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Di daxuyaniyê de got ku di meha Remezanê de ji bo îbadetê herî zêde mizgeft tên bikaranîn. Ji bo ku welatî bikarin îbadetên xwe li cihên paqij bikin di hemû mizgeftên navçeyê de paqijî dane destpêkirin.
Turkoglu balkişand li ser paqijiya mizgeftan û wiha axivî:
"Mizgeft cihên wisa ne ku manewiyat li wir digihêjin asta herî bilind û îbadet herî zêde li mizgeftan tên kirin. Ji ber meha Remezanê em di hemû mizgeftên navçeyê de paqijiyê dikin. Ji bilî paqijiyê em ê gulebêhnê jî bi awayekî rêkûpêk li mizgeftan wer bikin ku bêhna xweş ji mizgeftan bê. Armanca me ew e ku milet îbadeta xwe di mizgeftên paqij, ferah û bêhnxweş de bikin."
Turkoglu got ku di meha Remezanê de li hemû mizgeftan di demên diyar de dê xitim bidin xwendin.