ŞANLIURFA
Li navçeya Ceylanpinarê kesekî ku di rê de dimeşiya, bi guleyeke nediyar ku ji singê xwe birîndar bûbû, mir.
Li gor agahiyan Ramazan Zeybel dema ku li Taxa Ulu Camiyê li ser Cadeya Gaziyê dimeşiya guleyeke nediyar li singê wî ket û Zeybel birîndar bû. Piştî tedawiya wî ya ewil ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Ceylanpinarê Ramazan Zeybel (45) şandin Rihayê.
Di Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê de gelek hewldan hat dayîn ku Zeybel baş bibe, lê mir. Malbat û eqrebayên ku li ber nexweşxaneyê hîn bûn ku Zeybel miriye, şîna wî kirin û giriyan.
Hat ragihandin ku Zeybel ji bo dan û standina cejna remezanê ji gundê Aydogduya ku li dijiya çûbû navçeyê.
Ji hêla din li Sûriyê li navçeya Rasûlaynê ya li ser bajarê Hasekiyê pevçûna di navbera hêzên PYDê û eniya Nûsrayê de didome û hin caran ji Ceylanpinarê tê bihîstin.