Li gor agahiyên ku ji Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) hatin hildan, di saet 14.38an de li Kendava Sarosê erdhejeke ku lerza wê 4,8 qewimî. Erdheja ku 20,7 kîlomêtro di bin erdê de pêk hat li bajarên Çanakkale, Bursa û Balikesîrê û hin navçeyan hat hîskirin.
Piştî vê erdhejê di saet 14.47an de li Eceabata navçeya Çanakkaleyê jî erdhejeke 28,6 kîlomêtro di bin erdê de qewimî. Lerza vê erdhejê jî 4,5 hat tespîtkirin.
Waliyê Çanakkaleyê Ahmet Çinar ji nûçegihanê AAyê re got ku li giştiyê bajêr tu xisar tune û jiyan bi awayekî normal dewam dike.