Masîgir ji navçeyên Abana û Bozkurtê derketin ser behrê û ji bo masiyan tûrên xwe avêtin. Piştî ku masîgir bi masiyên ku girtin ve vegeriyan, hem kêfa wan xweş bû hem ya welatiyan.
Masîgir Hasan Karol daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî ava behrê germ bû palamûd jî zêde bûn.
Karol got ku ew hêvî dikin ku bereketa masiyan zêde bibe û destnîşan kir ku ew li gor mezintî û biçûktiya masiyan, masiyan 5 û 8 lîreyan difiroşin.