07 Nîsan 2016•Rojanekirin: 07 Nîsan 2016
ÎSTANBUL (AA) - Recep, Şeban û Remezan a ku di nav 12 mehan de ji bo alema Îslamê sê mehên pîroz in û wesîleya xêr, bereket û efûkirina gunehan in li gor salnameya mîladî îsal di 7ê nîsanê dest pê dike. 1ê meha recebê îsal bi şeva Regaîbê ye.
Di van hersê mehên ku rojiya qeza û nafîleyê tên girtin, nimêj tên kirin û milet zêdetir bala xwe dide bîr û baweriyê sibê bi Şeva Regaîbê dest pê dike.
Destpêka hersê mehên ku Hz. Mihemed bi diaya "Ya Rebbî di meha receb û şebanê de bereketa xwe li me zêde bikî û me bigihînî meha remezanê" aniye ser zar û ziman rastî şeva pêncşema êvara înê hat.
Li çar aliyê Tirkiyeyê Şeva Regaîbê wê bi bernameya ji hêla Serokatiya Karên Diyanetê tê kifşkirin ve li mizgeftan bê edakirin. Di şeva regaîbê de dia, nimêj û îbadet wê bên kirin û li hin mizgeftên berê hatine kifşkirin jî wê îlahî bên gotin û mewlûd bê xwendin.