Bülent Temiz
17 Mijdar 2022•Rojanekirin: 18 Mijdar 2022
Karliovaya navçeya Bîngolê bi barîna berfê spîçîl bû.
Li navçeyê berfa ku nîvê şevê dest pê kir, heya şefeqê tesîra xwe domand.

Li ciyên bilind stûriya berfê gihîşt 5 santîmetreyî. Li navenda navçeyê jî berfa erd spî kir û rengên payîzê dîmeneke xweşik derxist holê.
Ekîbên Rêbejayê di rêyên nav bajaran da bi wesayîta berfverotinê xebat meşand.